Nerîna wê ji azadiyê ye, çîroka wê ji Berxwedanê yê
25 - 31 Gulanê / 2025

Ji ber qeyrana şerê cîhanê yê seyemîn, pêşbirka berjewendiyên ku di cîhana zihniyeta kapîtalîst, statukoperest û dînperestiya siyasî ku li dijî rengîniya baweriya ye(jiyanê ye), gerdûna me bûye gulokeke ji agir ku xweza û mirov tê de zindî dişewitin. Ev şerê ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistane, di serî de jin, zarok û xweza qurbaniyên wê ne. Em wekî jin di vê gerdûnê de ji niha û pê ve, dixwazin bi zanistiyeke bîrwerî a polîtîk û exlaqî bi hest û rêgezên jinê bijîn. Em wekî jin ji azadî, wekhevî û aramiyê hez dikin. Gerdûn jî bi mîrasa berhemên jînê re lihevhatiye. Dem dema me ye ku her jinek ji me, li cihê xwe, bi karê xwe û bi rengê xwe tekoşînê li hemberî pergala zilamsalarî derdikeve û em yekrêziya xwe di riya azadiyê de ava dikin. Dîrok bi hunera jinê vejiya ye, ji bo em jiyanê biparêzin lewra wê ev serdem jî ya jinê be. Huner jî çalakiya avakirina yekrêziya xweşikbûna jiyana jinaye. Festîvala Nûjiyan a fîlman ku emê wekî kolektîfa jin ya KEZÎ pêşengiya wê bikin, wê bibe tovê hezkirin û aşîtiyê. Mihrîcan wê heftiyeke bê hempa ji 25 hata 31ê Gulanê tê li darxistin.vekirin û girtin Mihrîcanê wê li bajarê Qamişlo be. Lê wê program berfireh be. Ango emê li her kanton û bajarekî nîşandana çêkin. Di heman demê de li kampa Waşokanî û kampên din li gorî derfetan wê bên nîşandan. pêre jî nîşandanên vekirî li parkên bajarê mezin (Qamişlo, Hesekê, Kobanê) wê çêbibe. Nişandan li zanîgehên rêveberiya xweser û Peymangeha bilind ya Hilala Zêrîn wê werin li darxistin.