Em jinin, dayika me xwezaye, em jî dayika mirovahiyê ne. Em yên ku tu sînoran nas nakin. Bi lêgerîna azadiyê xwebûna ramanê xwe yê bê dawî mayinde dikin. Tîşkên enerciya giyanê me wê nebe dîlê bedena me ku dixwazin di bazaran de bikirin û bifiroşin. Ji bo jinên ku dixwazin raman û xeyalên xwe bi çavê dilê xwe bi teyisînin hunera sînema, em deriyê hêviyê li wan vedikin. Em bi vê bawerin ku bi hestê jinê em dikarin cîhana xwe xweşik bikin. Ev jî azadiya me misoger dike. Li hemberî her şêwe serdestî, aqlê şer, dagirkerî û talanê li ser jiyan, civak, jin û xwezayê ku di roja me ya îro de tê ferz kirin, di riya çîrokên xwe yên sînema re em li dijî wê disekinin. Felsefeya me weke jin ji bo jiyaneke bedew û gerdûneke aram ku zarok di siya şer de mezin nebin û bê hêvî nemînin. Ji bo hevjiyaneke wekhev û azad bi jinê re, ji bo ku em mirov ji hestê xwezayê biyanî nebin û çawa ku ew me diparêze em jî zerar nedinê de em li ser Kar in. Kezî kolektîfeke ji sînemagerên jin ên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û cîhanê pêk tê. Di van salan de xebatên me li seranserê Kurdistan û derveyî welat bi hilberîna fîlm, nîşandana fîlman û perwerdekirina jinên bi sînemayê re eleqedar e.
Çavkaniya wêrekî û ji xwe baweriya me ya rêwîtiya sînemaya şoreşgerî ji şoreşa jinê ya li Kurdistan, Rojhilata navîn û cîhanê ya bi navê JIN, JIYAN, AZADÎ belav bûye digre.